Hezîran 13, 2022 17:52 Asia/Tehran
  •  Li Enqereyê,

Komeleya Çand û Hunerê ya Anka (Anka-Der) ku ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî wê çalakiyan li dar bixe, hat vekirin.

Li Enqereyê Komelaya Ziman Çand û Hûnerê ya Ziman (Anka-Der) ku dê xebatên ziman, çand û hunera Kurdî li dar bixin, li semta Kizilayê avahiya komeleyê vekir. 

Mebûsê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bedlîsê Celadet Gaydalı, Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Enqereyê Alî Îmran Daşkaya, Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezîr Coşkun Parlak, Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Fatîh Kanat, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl di merasîma vekirinê ya komeleyê da amade bûn. Di axaftinên merasîmê de bal kişandin ser girîngiya axaftina bi hemû zaravayên kurdî. 

Merasîma vekirinê bi xwendina helbest, dengbej û awazên kurdî bi dawî bû.