Hezîran 05, 2022 16:54 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Volîbola Perravê yên Asyayê; Îranê di pilleya duyê da cî girt

Tîma Volîbola Perravê ya Îranê di pilleya duyê ya Pêşbirkên Qaremanîya Mêrên Asyayê da cî girt.

Qonaxa dawîn a dewra çaran a Pêşbirkên Volîbola Perravê yên Qaremanîya tîmên di bin 19 salî yên Asyayê li şarê Royat ê Taylendê hat lidarxistin.

Tîma Volîbola Perravê ya Îranê di vê qonaxê da derket pêşberî tîma Taylendê û derda vê tîmê û di rêza duyê ya van pêşbirana da cî girt.

Tîma Volîbola Perravê ya Îranê ku belgeya pişikdarîya di pêşbirkên cîhanê da jî bi dest xistîye, di dewra çaran a Pêşbirkên Volîbola pPerravê yên Qaremanîya di bin 19 Salî yên Asyayê da 5 caran li pey hev himberî reqîban ser ket.

Tîma Îranê di qonaxa komkî da li Qazaqistan û Malêzîyê bir û wek tîma yekê ya komê derbasî qonaxa din bû.

Di qonaxa yekalîker da jî li tîma Sengapûrê bir û di qonaxa çar tîmên serketî da jî li tîma Qazaqistanê bir. Paşê jî 2-0 li tîma Çînê bir.