May 28, 2022 23:43 Asia/Tehran
  • Di pêşbirkên basketbolê yên bi wîlçerê yên Îranê de, di tûrnûvaya Asya-Pasîfîkê, tîma mêrên Îran bû duyem

Tîma basketbolê ya mêran a Îranê ya bi wîlçerê (kursiya bi teker) di tûrnûvaya Asya-Pasîfîkê ya li Taylandê de bû duyemîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, pêşbirka fînalê ya pêşbirkên basketbola bi wîlçerê yên mêran ên Asya-Pasîfîkê, îro şemiyê li bajarê Phuket a Taylandê hat lidarxistin.

Di vê lîstikê de tîmên Îran û Awustralya li hember hev lîstin û di dawiyê de Îran bi encama 50 li 56 têk çû û bi pileya duyem a vê pêşbirkê razî bû.

Tîma basketbolê ya mêran a bi wîlçerê yên Îranê, di dema ku tekane şikesta xwe di qonaxa komê de jî li hember heman tîma Awistralyayê bi encama 44-47 têk çû û bû duyemîn.

Tîma basketbolê ya mêran a bi kursiyên biteker ên Îranê pêştir jî kotaya beşdariya li pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya bi mazûvaniya Îmaratê bi dest xistibû.