Futbolîstekî îranî di rêza 6 futbolîstên sereke yên cîhanê da ye
May 03, 2022 16:15 Asia/Tehran
Mêhdî Tarêmî di rêza şeşan a baştirîn goltomarkerên futbola cîhanê da cî girt.
Fêdêrasyona Navnetewî ya Amar û Dîroka Futbolê navê Mêhdî Tarêmî futbolîstê îranî xist rêza baştirîn goltomarkerên futbola cîhanê di sala 2022yê da.
Tarêmî ku jibo tîma Porto ya Portugalê dilîze, bi 16 golan di rêza şeşan da, Kerîm Bênzêma û Êmbapê bi 22 golan di rêza yekê ya vê lîsteyê da ne.
Herwoha Robêrt Lêwandowskî ji Bayêrn Monîxê bi 20 golan, Maykêl Olonga ji Al Dehîlê bi 17 golan û Cîmî Mek Larên ji Mêlborn Sîtîyê bi 16 golan, di rêzên din ên baştirîn goltomarkerên futbola cîhanê di sala 2022yê da cî girtin.
Mêhdî Tarêmî herî dawî di pêşbirka tîma Portoyê himberî Wîzêlayê da 2 gol tomar kirin û wek baştirîn futbolîstê vê pêşbirkê hat bijartin.