Biryarên nû yên UEFA`yê; Boykotên giran dijî fûtbola Rûsiyê didomin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i333693-biryarên_nû_yên_uefa_yê_boykotên_giran_dijî_fûtbola_rûsiyê_didomin
Yekitiya Fûtbola Ewrûpayê nasiyar bi UEFA ragehand ku tîmên neteweyî û navxweyî yên Rûsiyê dê nekaribin beşdarê pêşbirkên ewrûpî bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2022 04:28 Asia/Tehran
  • Biryarên nû yên UEFA`yê; Boykotên giran dijî fûtbola Rûsiyê didomin

Yekitiya Fûtbola Ewrûpayê nasiyar bi UEFA ragehand ku tîmên neteweyî û navxweyî yên Rûsiyê dê nekaribin beşdarê pêşbirkên ewrûpî bibin.

 

 

 

Lijneya Kargêr a UEFA`yê ragehand ku tîmên neteweyî û navxweyî yên fûtbola Rûsiyê dê nekaribin beşdarê pêşbirkên sala bê yên vê parezemînê bibin.

Li gor ragehandina UEFA yê, Rûsiye her wiha  dê nekaribe beşdarê pêşbirkên Euro 2022 ên jinan ku yê ji 6 heta 31 Tîrmehê li Inglîzê bên lidarxistinê, bibe.

 UEFAyê ragehandiye ku di van pêşbirkan de, Purtiqal daniye dewsa Rûsiyê, tîma ku Rûsiyê di pêşbirka play ofê de lê biribû.  

Her wiha li gor ragehandina  Lijneya Kargêr a UEFA`yê, pêşniyara Yekitiya Fûtbola Rûsiyê derheq mazûvaniya bo EURO 2028 an Euro 2032`ê nayê qebûlkirin û ev welata dê ji lîsteya pêşniyarderan were derxistin. 

 UEFA piştî şerê Rûsiyê û Ukaynê nehiştibû tîmên rûsî beşdarê pêşbirkên ewrûpî bibin, lê bi biryara Lijneya Kargêr a UEFA yê sala bê jî ûris nekaribin beşdarê pêşbirkên neteweyî û navxweyî yên parezemîna Ewrûpayê bibin.