Nîsan 24, 2022 14:44 Asia/Tehran
  • Hevgirtina Klûba Futbolê ya Îngîlîzî bi Neteweya Filistînê re

Klûba futbolê ya Îngîlîzî Forrest Green Rovers ji bo piştgiriya gelê Filistînê di pêşbirkeyeke fermî de ala Filistînê li dûşkên stadiyomê rakirin.

Quds û Mizgefta Eqsayê ji roja Înê (15ê Nîsanê) vir va bûye şahidê xirabtirîn pevçûnên di mideha sala derbasbûyî di navbera çekdarên siyonîst û nimêjkerên filistînî. Di pevçûnan de herî kêm 350 filistînî birîndar bûn û zêdeyî 400 kes jî hatin binçavkirin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Serokê Klûba Forrest Green roja Şemiyê li ser rûpela xwe ya twîtterê hevbendiya cîhanî ya bi Ukraynayê re û piştguhkirina dorpêça bi dehan salan a li dijî gelê Filistînê şermezar kir û ev yek wek lekeyek li ser eniya rojava bi nav kir.

Serokê vê kluba îngilîzî di twîtekê de li kêleka wêneyê ala Filistînê tekez kir: Me îro di lîstika tîma xwe de ev al wek nîşana hevgirtina bi gelê Filistînê re bilind kir.

Serokê Klûba Forrest Green Rovers daxwaza rawestandina piştevaniya Amerîkayê ji Rejîma Siyonîst li himber zêdebûna tawanên vê rejîmê li dijî gelê Filistînê kir û got: Amerîka bi milyaran dolar alîkariya Rejîma Siyonîst dike û mafê xwe yê vetoyê li dijî her cure kiryara dijî vê rejîmê di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de bi kar tîne.

Serepeyv