Nîsan 19, 2022 12:12 Asia/Tehran
  • Keçên Îranî di Kûpaya Kornakiya ya Îtalyayê de bûn duyemîn

Tîma voleybolê ya ciwanên keç ên Îranê di yekemîn ezmûna xwe ya derveyî welat de, pileya duyem a pêşbirkên Kûpa Kornakiya ya Îtalyayê bi dest xist.

Kûpaya Kornakiya ku xwedî dîrokeke 40 salî ye ku tûrnûvayên di asta kategoriya temenê li cîhanê de li dar têxe û her sal mazûvaniya lîstikvanên voleybolê yên di bin temenê 17 û 19 salî de dike û gelek ji navdartirîn lîstikvanên werzîşê yên niha herî kêm carê di vê Kupayê de beşdarî kiriye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tîmên voleybolê yên kur û keç ên Îranê ku li pêşerojê de dê di pêşbirkên qaremaniya Asyayê ya sala 2022`an de beşdar bibin, bi armanca lidarxistina kampa li derveyî welat û lidarxistina maçên amadekariyê, beşdarî pêşbirkên Kûpaya Kornacia ya sala 2022`an a Îtalyayê bûn.

Tîma voleybolê ya nûciwanên keç ên Îranê piştî pênc serketinên li pey hev li merheleyên destpêkî, çaryek û nîvfînalên Kûpaya Kornakiyeyê, êvariya roja duşemiyê li pêşbirka dawî ya vê pêşbaziyê li hemberî Urbania ya Îtalyayê lîst û 3 bi yek têk çû.

Di dawiya van pêşbirkan de tîma îdeal a keçên bin 17 salî ya Kûpaya Kornakiyê hat nasandin û di vê pêşbirkê de Dorsa Fellah navê baştirîn pasor û Seyde Nigar Haşimî jî navê baştirîn lîberoya kûpayê bi dest xistin.

Serepeyv