Li Tirkiyê pêşangeha pirtûkan li dar dixe
Nîsan 14, 2022 20:17 Asia/Tehran
39emîn Pêşangeha Pirtûk û Çanda Tirkiyê ji aliyê hogir û hizkiriyên Pirtûkan ve li Enqere û Stenbolê tê pêşewazîkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ev pêşangeh her sal hevdem bi hatina meha pîroz a Remezanê tê lidarxistin.
Li Mizgefta Ehmed Hemdî Akskî ya li Enqerê û Mizgefta Biyuk Kamilka û Fatîhê yên Stenbolê jî bi sedan weşanxane berhemên nivîskar û ramanwerên navdar ên li ser gelek mijaran, di serî de wêje, huner û çanda Îslamê hatin pêşandan.
Pêşangeha Pirtûk û Çanda Tirkiyê di 9ê Nîsanê de bi amadebûna Serokomarê tirkan Recep Tayyîp Erdogan vebû û dê heta 27ê Nîsanê (19 roj) bidome.
Pêşangeha Pirtûk û Çanda Tirkiyê di salên 2020 û 2021an de ji ber şewba koronayê nehat lidarxistin.