Di Kûpaya Cîhanê ya 2022an de li Qeterê Kîş û Qeşm mêvandariya temaşevanên futbolê yên cîhanê dikin
Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Îranê ragihand: Kîş û Qeşm li Kûpaya Cîhanî ya 2022`an a Qeterê dê mazûvaniya temaşevanên futbolê yên cîhanê bikin.
Kûpaya Cîhanê ya 2022 li Qeterê dê di 21ê Mijdara 2022an de dest pê bike.
Tîma neteweyî ya fûtbolê ya Îranê di koma B da digel Brîtanya, Amerîka û serketiya pêşbirkên playoffê yên Ewropayê hevgrub e.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Xaneyê Mellat, “Hemîd Secadî” wezîrê werzîş û Ciwanan ê Îranê li bara kapasîteya navçeyên azad ên vî welatî bo mazûvaniya hin hezkiriyên futbolê û kûpa cîhanî got: Bi dû peywendî û dostaniya Îran û Qeterê, Wezareta Werziş û Ciwanan dixwaze van pêwendiyan di warê werzişê berdewam bike."
“Secjadî” her wiha got: Pêşniyara bajarên Kîş û Qeşmê ji bo mazûvaniya temaşevanên Kûpaya Cîhanî dikare bibe sedema bihêzbûna peywendiyên her du welatan di danûstandin û têkeliyan de.
Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Îranê herwiha diyar kir ku sibê (Yekşemê) Wezîrê Rêyan ê Qeterê ji bo gotûbêjkirina bi Îranê re ser mazûvaniya temaşevanên Kûpaya Cîhanî, tê Girava Kişê.