Taremî di Lîga Şampiyonan a Ewropayê de navê xwe xiste dîrokê
Stêrka tîma neteweyî ya Îranê û endamê klûba Portoyê navê xwe di dîroka Lîga Şampiyonan a Ewropayê de tomar kir.
Li gorî rapora ILNA`yê, Mehdî Taremî, êrişkarê tîma neteweyî ya Îranê û endamê kluba Portoyê, di demsala borî de li pêşbirka Lîga Şampiyonan a Ewropayê li hember Chelsea (Çêlsî) golek super avêt derwazeyê ku wek gola herî baş a salê ya Ewropayê hat hilbijartin.
Malpera Amerîkî "Bleacher Report" bi heman behanê namzedên baştirîn golai dîrokê ya qonaxa çaryeka fînalê ya Lîga Şampiyonan a Ewropayê belav kir.
Gola xweşik a Taremî li hember Chelsea kete nav rêza berbijarên Xelata baştirîn gola di dîroka Lîga Şampiyonan a Ewropayê de.
Bleacher Reportê li ser gola bedew a stêrkê îranî ya Portoyê nivîsî: Em dikarin tevahiya rojê li vê gola Mehdî Taremî temaşe bikin û jê têr nebin.