Tîma neteweyî ya fûtbala Îranê ji tîma Libnanê bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332875-tîma_neteweyî_ya_fûtbala_Îranê_ji_tîma_libnanê_bir
Tîma neteweyî ya fûtbala Îranê di pêşbirka xwe ya dawiyê ya qonaxa seretayî ya Kupa cîhanî ya 2022an a Qeterê, li hemberî tîma Libnanê bi ser ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2022 14:14 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya fûtbala Îranê ji tîma Libnanê bir

Tîma neteweyî ya fûtbala Îranê di pêşbirka xwe ya dawiyê ya qonaxa seretayî ya Kupa cîhanî ya 2022an a Qeterê, li hemberî tîma Libnanê bi ser ket.

Tîma neteweyî ya fûtbala Îranê îro li werzîşgeha Îmam Reza (S) a bajarê Meşhedê û bi beşdariya zêdetirî 12 hezar kesî, bi 2 gulan ji Libnanê bir û bi 25 puenan bi awayê demkî di koma xwe da bû yekem.

Serdar Azimûn di deqîqeya 35an û Elîreza Cehanbexş jî di deqîqeya 72an gulên Îranê avêtin.

Di Koma A ya pêşbirkên seretayî yên Kupa cîhanî ya Fûtbalê da, derbasbûna tîmên Îran û Koreya Başûr bo Kupa cîhanî ya 2022ab a Qeterê tekûz bûye û tîma Imaratê di rêza sêyem da û ji dawakerên beşdariya di pêşbirka Play-Off'ê ye.