Adar 29, 2022 16:02 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Navneteweyî ya Biathlon'ê endamtiya Rûsiye û Bêlarûsê ji ber şerê Ukraynê da rawestandin

Taxima desthilatdara cîhanî ya Biathlon'ê dibêje ku federasiyonên neteweyî yên Rûsiye û Bêlarûsê "sozên mirovdostane binpê kirine".

Yekîtiya Navneteweyî ya Biathlon'ê (IBU) roja Sêşemiyê ragihand ku endamtiya Rûsiye û Bêlarûsê ji ber şerê li Ukraynê daye rawestandin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Navneteweyî ya Biathlon'ê (IBU) da hatiye ku federasiyonên neteweyî yên Rûsiye (RBU) û Bêlarûsê (BiFB) "sozên mirovdostiyê yên federasiyonên endamê ligorî rêzikên IBU'yê binpê kirine."

Hêjayî gotinê ye ku "Biathlon" anku werzîşa Du-cûre, werzîşeke zivistanê ye ku Skiya "cross-country" û guleavêtinê digire ber xwe.

Serepeyv