Bidestxistina 2 medalên zêr bo werzişvanên Îranî li pêşbirkên qaremaniya kayakajotinê ya Asyayê
Tîma neteweyî ya Îranê li pêşbirkên qehremaniya Asyayayê ya avên Pasîfîk û pêşbirkên Paracanoyê du medalên zêr bi dest xistin.
Li gor nûçeya ajansa IRIB; Pêşbirkên qehremaniya Oqyanûsa Pasîfîk a Asyayê îro danê sibê (pêncşemî) li Pattaya paytexta Taylandê dest pê kir û şanda Îranê di yekemîn pêngava xwe de biriqî.
“Mihemed Nebî Rezayî” li pêşbirka 1000 metreya yekane ya mêran li pêşbirkên kayakajotinê bi beşdariya Tayland, Uzbekistan, Tacîkistan, Hindistan, Endonezya, Kazaxistan û Çîn-Taypeyê medala zêr bi dest xist.
Elî Aqamîrzayî jî di 1000 metre kayaka ferdî ya mêran de li hemberî Uzbekistan, Çîn Taypei, Kazaxistan, Qirgizistan, Endonezya, Tayland û Hong Kongê medala zêr qezenc kir. Di van pêşbaziyan kayakvanên Ozbek û Çîn-Taypeyê bûn duyemîn û sêyemîn.
Tîma neteweyî ya Îranê di berdewamiya pêşbirkên îro de dê di 4 xalên din de bikeve pêşbirkê.