Adar 22, 2022 10:32 Asia/Tehran
  • Tîma Hendbala keçan a Îranê derbasî pêşbirkên cîhanî bû

Tîma Hendbala keçan a Îranê di pêşbirka xwe ya sêyem li rikeberiyên qaremaniya nûciwanên Asyayê li hemberî tîma Hindê bi ser ket û destûra beşdariya di pêşbirkên cîhanî da wergirt.

Tîma Hendbala keçan a Îranê roja Duşemiyê di pêşbirka xwe ya sêyem da li rikeberiyên Hendbala nûciwanên Asyayê li Qezaqistanê bi encama 25-24 ji tîma Hindê bir.

Bi vê serkeftinê, tîma nûciwanan jî weke tîma ciwanan pişk û para beşdariya di pêşbirkên cîhanî da bi dest xist.

Tîma Hendbala keçan a Îranê di du pêşbirkên xwe yên pêşîn da ji Uzbekistan û Qezaqistanê bibibû û bi serkeftina li hembrî Hindê, bi sê serkeftinan kete serê cedwela rêzebendiyê.