Festîvala Newrozê ya Neteweyî ya Urmiyê; Deb û resm tên parastin
Her sal bi nêzîkbûna sersala nû û hilketina Newroza kevnar, pêşangeh û festîvalên Newrozê li Îranê bo rêzgirtin ji kevneşopî û deb û resmên Newrozê tên lidarxistin, da ku neyên jibîrkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, xelkê parêzgehên curbicur ên Îranê cejna Newrozê li gorî rêûresm û adetên xwemalî pîroz dikin û pêşangeh û festîvalên Newrozê jî bi armanca nasandin û parastina kevneşopên resen ên Îranê li deverên curbicur ên Îranê tên lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de, Festîvala Netewî ya Newrozê li Urmiyê bo 9 rojan (5 heya 13.03.2022) mazûvaniya hunermend û berhemhênerên hunerên destî ji parêzgehên Azerbaycana Rojava, Azerbaycana Rojhilat, Kirmaşan, Îsfehan û parêzgehên din ên Îranê dike.
Kirîna gul û sewze û pincaran , nok û çîkolata û ya herî girîng danîna sifreya Heftsînê bi sembolên hunera resen ên Îranê, girîngtirîn kevneşopî û rêûresmên Newrozê ye ji bo gelên Îranê ku bedewiya sifreyên Newrozê li gorî xwemalî duqat dike. çand û kevneşopî.