Fîlma îranî ya "Can Dad" di Festîvala 14.emîn a Rotary de li Tirkiyê hat ekrankirin
Adar 12, 2022 11:08 Asia/Tehran
Kurtefîlma "Can Dad" anku "Can da" ya derhêner Soheyla Pûrmuhemedî wek yekane nûnera sînemaya Îranê dê di 14.emîn Festîvala Rotary ya Tirkiyê were ekrankirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, fîlma “Can Dad” pêştir li festîvalên navneteweyî yên sînemakarên jin ên Tirkiyê (Îzmîr), a zarokên Çînê û a Mihudo ya New Yorkê beşdar bûye.
Festîvala Rotary ya Tirkiyê dê di navbera 17 heta 20ê Adarê de li Enqera Tirkiyê bê lidarxistin.
Xelatên Festîvalê dê di beşên anîmasyon, çîrok, ceribandin û belgefîlman de xelatên pere û peykeran bistînin.
Ekrankirina navneteweyî ya kurtefîlma “Can Dad” ji aliyê"First Screen Films" bi rêveberiya Solmaz Îtimad ve tê nîşandan.