Adar 09, 2022 21:59 Asia/Tehran
  • Di Kûpaya Fecrê ya Tekwandoyê de 4 madalên zêr ketin destê mêrên Îranî

Di dawiya yekem roja pêşbirkên cîhanî yên Kûpa Fecrê de, tekwandokarên mêr ên Îranê her çar mîdalên zêr bi dest xistin.

Pêşbirka Taekwondoyê ya Navneteweyî ya Kûpaya Fecrê wekî pêşbirka herî kevn a azad a navneteweyî li Asyayê tê hesab.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, 32`yemîn Pêşbirkên Kûpaya Fecrê ya Navdewletî ya tekwandoyê di koma mêran de, bi lidarxistina pêşbaziyên xwe di  weznên 54, -63, -74 û -87 kg dest pê kir.

Ji Efxanistan, Uzbekistan, Hindistan, Iraq, Îran, Urdun, Kazaxistan, Urdun, Uman, Pakistan, Tacîkistan, Îmarat û tîma penaberan di van pêşbirkan de 93 tekwandokar beşdarî dikin û di dawiya roja yekem de her çar madalên zêr ketin destê Îranê. 

Serepeyv