Adar 08, 2022 19:41 Asia/Tehran
  • Deb û resmeke kevn a xelkê Îranê di rojên berî sersalanû û Cejna Newrozê de

Paqij û biserûberkirina malan û amûrên nav malê ku pê re 'Daweşandina Malê' dibêjin, deb û resmeke kevn e ku her sal di demên berî hilketina Newrozê de ji aliyê xelkê Îranê bi taybet li gundên vî welatî cih tê.

 Paqij û biserûberkirina malan û amûrên nav malê di demên berî hilketina Newrozê de li gund û bajarên Îranê bi coşeke mezin ji aliyê xelkê cih tê.

 Dengê biharê her ku diçe nêzîk dibe û xweza li ber guherînê ye û bi zûtî sersala nû tê. Li gor deb û resmên kevn ku her sal tên wekilandin, mirov bi îlhamawergirtina ji xwezayê, ne tenê mala dilê xwe, belkî her tiştê ku pê jiyana xwe derbas kiriye û jê behre wergirtiye paqjij dike û gemariyê lê nahêle, gelek kes bi vî karî re "Mal Daweşandin" dibêje yenî malê herwek xalîçeyek dadiweşînin ta ku gemarî û toz lê nemîne.

"Mal Daweşandin" ji kevin de li Îranê hebûye û berî nûbûna xwezayê, xelkê bi daweşandina malê û tiştên di malê de toza xem û pirsgirêkan ji jiyana xwe paqij dikirin, bi hêviya ku bi hatina biharê salek tijî şahî û bextewarî dest pê bikin.

Serepeyv