Adar 03, 2022 11:21 Asia/Tehran
  • Yekitîya Cîhanî ya Guleştê, Rûsya û Bilarûs bêpar kirin

Yekitîya Cîhanî ya Guleştê bidû opêrasyona leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê, Rûsya û Bilarûs ji pişikdarî û lidarxistina hemî pêşbirkên navnetewî yên guleştê, bêpar kirin.

Yekitîya Cîhanî ya Guleştê herwiha îbtalkirina pêşbirkên navnetewî ku biryar bû îsal li Rûsyayê an Bilarûsê bihatana lidarxistinê, ligorî daxwaza Lêjneya Navnetewî ya Olempîkê pesend kir.

Lêjneya Navnetewî ya Olempîkê di daxûyanîya ku di 28ê Sibatê de da, pêgirî kir ku bi merema parastina yekperçetîya pêşbirkên cîhanî û jibo ewlehîya hemî pişikdaran, temîyê dide ku fêdêrasyonên navnetewî yên werzişê û lidarxînerên babetên werzişî rê nedin werzişkar û rayedarên Rûsyayê û Blarûsê di pêşbirkên navnetewî da pişikdar bibin.

Li gor Rojhejmêra Yekitîya Cîhanî ya Guleştê, Rûsyayê dê heta dawîya îsal mazûvanîya 9 bûyer û babetên navnetewî bikira.