Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha adarê eşkere kir, di nav bernameyê de ligel lîstikên wan bixwe lîstikên mêvan jî ketine nava bernameyê. Didu jî konser hene.
Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê 4’ê adarê bi lîstika “Don Kîxot” dest pê dike. Lîstika ku Ferhad Feqî derhêneriya wê kiriye ji metna Cervantes hatiye girtin.
Lîstika “Tartuffe” du rojan, rojên 11 û 12’yê adarê tê lîstin. Lîstika ku ji metna Moliere hatiye girtin, derhêneriya wê Ruknettin Gun kiriye.
Lîstika “Hinek henek” ji bo çar rojan ketiye nav bernameyê. Lîstika ku derhêneriya wê Nazmi Kahraman û Yavuz Akkuzu kiriye rojên 18, 19, 23 û 24’ê adarê dê derkeve ser dikê.
Ji bilî van çend lîstikên mêvan hene. Ji van lîstika “Serbaz* ku lîsktika Yenisahne ya Batmanê ye rojên 26 û 27’ê mehê tê lîstin. Lîstika ku metna wê aîdê Hristo Boyçev e, derhêneriya wê Yakup Selimoglu kiriye.
Ji bilî van lîstikên bi kurdî, Şanoya Bajêr a Amedê dika xwe ji bo du lîstikên bi tirkî yên mêvan jî vekiriye. Ji van lîstika “Tayo, Datdat ve Onceki Bazi Hayatlar” 13’yê mehê tê lîstin. Lîstika Kumpanyaamed, derhêneriya wê Baver Karahanci dike.
Lîstikeke din jî bi navê “Domuz Ahiri” ye ku lîstika Uvercinka Kultur Sanat Akademî ye. Lîstika ku ji Athol Fuard hatiye girtin derhêneriya wê Hasan Bayram kiriye. Lîstik 17’ê mehê tê pêşkêşkirin. Hemû lîstik saet 19.00'an de têne lîstin.
Şanoya Bajêr du heb jî konser xistine nava bernameyê û ew dê li AmîdArtê li dar bikevin. Ji van Tuba Akkaya 3’yê adarê dê resîtala gîtarê pêşkêş bike. 9’ê mehê jî Guneş Demir û Ozan Çoban dê konserê pêşkêş bikin.