Guleştgirê îranî hevrikê xwe yê amerîkî têk bir û mîdala zêrê wergirt
Sibat 28, 2022 12:52 Asia/Tehran
Di roja dawiyê ya Pêşbirkên Guleşta Azad a Kupa Yaşar Doxûyê, Emîr Muhemed Yezdanî guleştgirê Îranê bi têkdana hevrikê xwe yê navdar ê amerîkî, mîdala zêrê wergirt.
Pêşbirkên navneteweyî yên Guleşta Azad ên Kupa Yaşar Doxûya Tikriyê wek yek ji pêşbirkên rêzebendiya Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê di rojên 26 û 27ê Sibata 2022an li Stenbolê hatin lidarxistin û di dawiyê da guleştgirên Îranê 3 zêr û bronzek bi dest xistin.
Di roja dawiyê ya van pêşbirkan da Emîr Muhemed Yezdanî di giraniya 70 kg da û Ehmed Bezrî di 92 kg da mîdala zêrê wergirtin û Elî Sewadkûhî jî di giraniya 79 kg da mîdala bronz wergirt.
Muhemed Husên Muhemediyan di giraniya 97 kg jî di roja yekem da mîdala zêrê wergirtibû.