Pirodoktorê navdar ê kurd ji hêla polîsên Tirkîyê va hat desteserkirinê
Ebdulselam Kîlgî pirodoktorê navdar ê kurd piştî ku seredana Tirkîyê kir, ji hêla polîsên dijetêror va bi hegerên nedîyar hat desteserkirinê.
Hêzên polîs ên dijetêror ên Tirkîyê ligorî fermana dozgerîya giştî ya Istenbolê bêyî ku parêzerên wî haydar bikin, Ebdulselam Kîlgî pirodoktorên navdar ên kurd bi navê Selamo tê naskirinê, li balafirgeha Izmîrê desteser kirin.
Selamo dê 4 rojan li cihê desteserkirinê ya Dayra Ewlehîyê ya Izmîrê bê xweyîkirin.
Selamo bi fîlma Meş`ê li sînemaya Ewrûpayê tê naskirinê. Fîlma ku ji çavê zarokekî 12 salî va basa êşandin û tepeserkirina kurdan piştî derbeya leşkerî ya sala 1980yî li Kurdistana Tirkîyê dike.
Selamo bi vê fîlmê heta nika 4 xelatên curbicur ên 48emîn dewra mêhrigana fîlman a Antalîyayê bi dest xistine.
Selamo di halekî da hatîye desteserkirinê ku mijûlê amadekirina sênaryoya fîlmke dirêj a sînemayê derbarê rojnamevanên kurd da bû û dil hebû ku fîlma xwe ya nû di rojên bê da li Kurdisatana Tirkîyê tomar bike.