Nasandina bijartîyên Çillemîn Dewra Mêhrigana Fîlman a Fecr`ê
Çillemîn Dewra Mêhrigana Fîlman a Fecr`ê ya Îranê bi nasandina bijartîyên pişkên curbicur bi dawî hat.
Çillemîn Dewra Mêhrigana Fîlman a Fecr`ê ya Îranê bi lidarxistina merasima nasandina kesên bijartî şeva buhurî li navenda kombûnan a Birca Mîladê ya Têhranê bi dawî hat.
Ligorî biryara Desteya Hekeman a Çillemîn Dewra Mêhrigana Fîlman a Fecr`ê, xelata Sîmira Bilûrîn a ``baştirîn rola tevavker di pişka jinan`` da pêşkêşî Sedef Ispehbodî jibo rola wê di fîlma Elefzar da hat kirin.
Xelata Sîmira Bilûrîn a ``baştirîn rola tevker di pişka mêran da jî pêşkêşî Nadir Silêmanî ji ber rola di fîlma Zêdd (Dij) hat kirin.
Herwiha xelata Sîmira Bilûrîn a ``baştirîn akter`` di pişka jinan da pêşkêşî Tennaz Tebatebayî`yê hat kirinê.
Di pişka mêran da jî Emîn Heyayî şayanî xelata Sîmira Bilûrîn a ``baştirîn akter`` ji ber rola di fîlma Berfê Axer (Dawîn Berf) hat zanînê.
Xelata Sîmira Bilûrîn a ``baştirîn pirodoktor jî pêşkêşî Riza Mîrkeremî ji ber fîlma Nêgehbanê Şeb (Nobedarê Şevê) hat kirinê.
Xelata Sîmira Bilûrîn a ``baştirîn fîlm`ê`` jî pêşkêşî Hadî Hêcazîfer ji ber pirodoktorîya di fîlma Moqêîyetê Mêhdî (Rewşa Mêhdî) hat kirinê.