Sibat 12, 2022 07:23 Asia/Tehran
  • Amedsporê hişyarî da: Em dê serî li UEFA û FIFAyê bidin

Tîma futbolê ya Amedsporê hişyarî da ku ger cudakariyên li hemberî wan bidomin, ew dê serî li UEFA û FIFAyê bidin û hemû mafên xwe yên yasayî û hiqûqî bikar bînin.

Tîma Amedsporê derbarê kiryar û cudakariyên li beramber tîma wan û helwesta Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) da daxuyaniyek belav kir.

Amedspor “cudakariya” li hemberî tîma wan bi du nimûneyan nîşan dide û bibîr dixe, TFFê ji ber hinek `bûyerên biçûk` ên di pêşbirka himberî tîma Ankara Demîrsporê de, cezayê pêşbirkeke bêalîgir da tîma wan, lê dibêje, tevî hovîtîya li hemberî wan û bûyerên din ên di stadyuma wê de, Eskîşehîrspor tenê bi 8 hezar lîre hatiye cezakirin.

Amedspor di daxuyaniya xwe de behsa nakokiya di navbera vê tîmê û futbolîstekêî da dike û dibêje, tevî ku giliya Mesut Can ku daxwaza 1.7 milyon lîre dikir, hat redkirin, lijneya tahkîmê ew futbolîst mafdar dît û biryar da Amedspor 1 milyon lîre bide wî.