Sûpêrlîga Futbola Ingilîsê; Mençêstir Yonitedê nekarî Burnlîyê
Di dewama pêşbirkên Sûpêrlîga Futbola Ingilîsê da tîmên Mençêstir Yonited û Burnlî derketin pêşberî hev.
Di dewama pêşbirkên hefteya 24an Sûpêrlîga Futbola Ingilîsê da şeva bhurî 3 pêşbirk hatin lidarxistin ku di ya herîgirîng da tîma futbolê ya Mençêstir Yonited mêvana tîma Burnlîyê bû ku ev pêşbirka bi encama beranber 1 bi dawî hat.
Pol Pogba di xuleka 18ê da golek jibo tîma Mençêstir Yonitedê tomar kir lê 2 xulekan piştî destpêbûna pişka duyem a vê pêşbirkê Cêy Rodrîgês gola beranberîyê tomar kir ta ku tîma Burnlîyê ji işkestê rizgar bike.
Eva şeşemîn encama beranber di karnama Mençêstir Yonitedê di vê demsala Sûpêrlîga futbola Ingilîsê da ye.
Berî vê pêşbirkê jî 2 pêşbirkên din hatin lidarxistinê ku di yekê da Wêsthamê 1-0 li tîma Watford wek tîma mêvan bir.
Di pêşbirka din da jî tîma Êvêrtonê 3-1 derda tîma New Kaselê wek tîma mazûvan.