Peyamên nebaş ji bo hevkarên xwe yên jin şandin; Ji rêveberiya Ajaksê hat avêtin
Sibat 08, 2022 11:22 Asia/Tehran
Klûba Ajaksa Amsterdama Holandayê xatir ji rêveberê xwe yê berê xwest û ew ji kar avêt.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Reuters'ê, Mark Ormars ji sala 1992an heta 1997an di Tîma Ajaksê (AFC Ajax) da dilîst û sala 2012an bû rêveberê vê tîmê.
Li gorî girêbesta nû biryar bû ku ew heta sala 2026an wek rêveberê vê klûbê bixebite, lê vê dawiyê hin peyamên bi naverokên neguncan ji bo hevkarên xwe yên jin şandin û cîgeha xwe di vê klûbê da ji dest da.
Ormars ku 48 salî ye bi daxuyaniyekê daxwaza lêborînê kir û got ku liv û tevgerên wî yên pejirandinê nînin.