Konferansa bîranîna 90 saliya Nadir Nadirov hat sazkirin
4ê Sibata 2022yê, ji bo bîranîna 90 saliya akademîsyen û profesorê navdar Nadir Nadirov, li Alma Ataya Qazaxistanê konferanseke bîranînê pêk hat.
Konferansa navborî bi pêşengiya “Yekitiya Kurdên Qazaxistan – Berbangê” û malbata Nadir Nadirov; bi amadebûna gelek kurdên naskirî, akademîsyen û profesorên Qazax ên dost û hevalên Nadîrov, li avahiya “Mala Gelan” hat lidarxistin.
Di konferansê de beşdarên Kurd û Qazax li ser Nadir Nadirov axivîn, behsa ked û xebata wî ya bi salan kirin û diyar kirin ku Nadirov ne tenê ji bo kurd û qazaxan, ji bo seranserê dinyayê mirovekî gelekî mezin e û di warê zanyarîyê de cihê wî zû bi zû nayê dagirtin.
Mêvanên konferansê ji aliyê endamên malbatê; Barî Nadîrov, Narîn Nadîrov, Dîma Nadîrov û Arifê Barî (Nadîrov) ve hatin pêşwazîkirin.
Hat zanîn ku ji ber nexweşiya coronayê, beşdariya konferansê sînorkirî bû.