Sibat 05, 2022 15:33 Asia/Tehran
  • Li ser şerê Serê Kaniyê fîlmek tê amadekirin

Li ser êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar û şerê li Serê Kaniyê fîlmek tê amadekirin. Pirodoktor; fîlmê dibêje, “Ji her konekê çîrokek derdikeve ku dikare bibe fîlm û pirtûk.”

Yilmaz Mihemed Elî, filimek li ser êrîşa li ser herêma Serê Kaniyê û koçberiya xelkê wê amade dike.

Fîlma bi navê `Hêstirên ku Cîhan Nabîne`, behsa êş û azerên xelkê Serê Kaniyê yên ji ber êrîşa çekdarên opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê û herweha jiyana zehmet a li nav kampan dike.

Yilmaz Mihemed Elî ku ji Kobanîyê ye û li Ukranyayê dîploma derhêneriya sînemayê xwendiye û jibilî derhêneriyê, karên amedekirin û montaja `Hêstirên ku Cîhan Nabîne` jî pêk anîne.

Yilmaz Mihemed Elî, amaje bi rewşa zehmet a koçberan dike li kampan û dibêje, “Ez 4 caran çûm kampa Waşokanî, bi rastî ji her konekê fîlmek, pirtûkek çêdibe.”