Kovara Philosophia dest bi weşanê dike
kovareke din jî bi Kurdî belav dibe ku bo gotina amadekarên wê, tevî ku pêşketinek di kovargeriya Kurdî de heye, lê “kêmasiya kovareke felsefî ya xwerû bi zimanê Kurdî” berbiçav bû. Philosophia ku dest bi weşanê dike, dê hewl bide vê kêmasiyê ji holê rake.
Rêveberê Kovara Philosophia, civaknas û felsefezan Ali Gurdilî ye, editoria kovarê jî fîlolog û nivîskar Raif Yaman û Berpirsê Weşanê jî Berfo Barî ye.
Armanca sereke ya Philosophia “berdestiya zarûzimanê Kurdî ye di hinek warên felsefî de” û hêvî jî ew e “xwe bigihînin terminologiayek baş a felsefê. Hejmara destpêkê dê taybet be û pişt re dê hejmara pêşîn were weşandin.”
Li gor daxuyaniyê, Kovara Philosophia dê li ser hinek prensîpan were weşandin û “nivîsên dê werin divê xwedî guncawtiyek felsefî bin, ji aliyê zimên ve sade û zelal bin. Nivîsên ku ji bo weşanê hatibin şandin, li nivîskaran nayên vegerandin û biryara weşanê dê redaksiyon bide.”