Sibat 04, 2022 15:47 Asia/Tehran
  • Nimandina postêra navnetewî ya fîlmeke îranî di Mêhrigana Fîlman a Berlînê da

Bi dû dîyarbûna roj û dema nîşandayîna fîlma Ta Ferda di Mêhrigana Fîlman a Berlînê da, postêra navnetewî ya vê fîlmê hat weşandin.

Fîlma sînemayî ya Ta Ferda ango Heta Sibê bi kargêrîya Elî Eskerî û pirodoktorîya Nîkî Kerîmîyê berhema hevpar a Îran, Firansa û Qeterê ye, îsal yê di pişka panorama ya Mêhrigana Fîlman a Berlînê da were nîşandayînê.

Fîlma Ta Ferda jibo cara yekem yê di 14ê Sibatê da li Salona Zoo Plast1ê da were nîşandayînê û 6 caran jî yê di 15,18,19 û 20ê Sibatê da were nîşandayînê.

Heftê û Duyemîn Dewra Mêhrigana Fîlman a Berlînê biryar e ku ji 10 heta 20ê Sibatê li paytexta Almanîya were lidarxistin.