Gotûbêjên Tehran, Keraçî û Hewlêrê li ser geşepêdana geştiyariyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i331760-gotûbêjên_tehran_keraçî_û_hewlêrê_li_ser_geşepêdana_geştiyariyê
Operatorên geştyarî yên Îran, Pakistan û Herêma Kurdistana Iraqê li Tehranê civiyan da ku li ser danûstandinên geştyarî yên gotûbêj bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2022 19:59 Asia/Tehran
  • Gotûbêjên Tehran, Keraçî û Hewlêrê li ser geşepêdana geştiyariyê

Operatorên geştyarî yên Îran, Pakistan û Herêma Kurdistana Iraqê li Tehranê civiyan da ku li ser danûstandinên geştyarî yên gotûbêj bikin.

Li gorî rapora ISNA`yê, civata geştiyariyê ya Îranê li civîneke dualî digel nûnerên ajansên geştiyariyê yên Pakistan û Herêma Kurdistanê, ji bo hatina zêdetir a geştiyaran ji welatên cîran bo Îranê riyên curbicur hilkolandin û gotûbêj kirin.

"Elî Ekber Ghemxar" Endamê Lijneya Rêvebir a Yekîtiya Operatorên Geşt û Geştyariyên Îranê, bal kişande ser kapasîteyên vî welatî yên di warê skîkirina çiya, biyabangerî, tûrîzma tenduristî û pizîşkî û geştiyariya ziyaretê û li ser avantajên Îranê yên tûrîzm jî got. : “Vîzeyên Îranê bi lez û bez û bi hêsanî tên dayîn, li firokexaneyên navneteweyî û li derbasgehên nav welatî jî dikarin vê vîzeyê bistînin.

Perham Canfişan, Rêvebirê Giştî yê Mîrateya Kultûrî, Tûrîzm û Pêşeyên Destçûkirî yên Parêzgeha Têhranê jî geştiyarên Pakistanî û Iraqî vexwendin bo beşdariya li 15emîn pêşangeha navneteweyî ya geştiyariyê ya Têhranê ku ji 29`ê Çileyê  heya 1`ê Sibatê ve tê lidarxistin.

Nûnerên ajansên Pakistanê û Herêma Kurdistana Iraqê jî pêşwaziya berfirehkirina hevkariyên digel Îranê di warê geştiyariyê de kirin.