Bakurê Sûriyê: Li Tebqayê çalakiyeke naskirina hunera jinan hat lidarxistin
Çile 19, 2022 20:59 Asia/Tehran
Bi armanca zindîkirina çanda helbestî û kilamê ya jinan, Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê çalakiyek li dar xist.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Nûnerên komîteyan û nivîsgehên jinan ên saziyên sivîl û meclisên leşkerî û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn.
Helbestvan Bûşra Mensûr, Salha Şemalî û Meryem Şerîf çend helbestên pesindayîn û niştimanî vegotin.
Dûv re hunermend Yasmîn Mihemed ji Tebqayê û Mûnetellah Atallah ji Reqayê çend stranên foklorî gotin.
Di dawiyê de Yekitiya Rewşenbîran spasya beşdaran kir ku jin anîn gel hev û kelepera herêmê dan naskirin.