Derxistina sê tîmên Îranê ji nav Lîga Şampiyonan a Asyayê
Konfederasyona Fûtbolê ya Asyayê (AFC) 3 nûnerên Îranê (Esteghlal, Perspolîs û Gulgohar) ji beşdariya li Lîga Şampiyonan a AFC bêpar kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, malpera Konfederasyona Futbolê ya Asyayê bi weşandina daxuyaniyekê raghand ku sê klûbên Îsteghlal, Perspolîs û Gulgohara Sîrcanê ji nav Lîga Şampiyonan a Asyayê ya sala 2022`an hatin derxistin.
Di daxuyaniya AFC de wiha hatiye gotin: Komîteya Serbixwe ya Kontrolê ya Konfederasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) biryar da ku li gorî bendên 14.4 û 14.5 ên destûrnamên pispor û teknîkî klûban Persepolis, Esteghlal û Gulgohara Sîrcanê (her sê klûbên Îranê) ji ber nebûna lîsansa wan a pîşeyî û teknîkî ji beşdariya di tûrnûvaya 2022 a Lîga Şampiyonan a Asyayê bê par bike.
Bi bêparkirina Îstîqlal û Perspolîsê, tenê Sepahan Îsfehan û Fûlada Xûzistan dê bibin nûnerên Îranê di Lîga Şampiyonan a Asyayê ya sala 2022an de.