AFC: Tarêmî baştirîn lêjyonêrê sala 2021ê li Asyayê ye
Konfêdêrasyona Futbola Asyayê, Mêhdî Tarêmî forvardê îranî yê tîma Portoyê wek ``baştirîn lêjyonêrê parzemîna Asyayê`` da nasandin.
Konfêdêrasyona Futbola Asyayê ser esasa encama 35 rapirsîyan, futbolîstên herîbaş ên parzemîna Asyayê ji nav 15 futbolîstan dan nasandin.
Konfêdêrasyona Futbola Asyayê her hefte rapirsî derbarê bijartina baştirîn lêjyonêrê Asyayê lidar dixistin û navê futbolîstên îranî ji wan Mêhdî Tarêmî, Serdar Azmûn, Elî Qulîzade û Ellahyar Seyyadmenêş cî digirtin.
Mêhdî Tarêmî forvardê tîma Portoyê di wan rapirsîyana da 20 carî wek baştirîn lêjyonêrê Asyayê hat bijartin.
Tarêmî di sala 2021ê da karî 27 gol tomar kirin ji wan 3 gol himberî Çêlsî, Yovêntûs û Lîvêrpûlê di Lîga Qaremanên Asyayê da ku gola himberî Çêlsîyê tomarkirî, wek baştirîn gola demsalê ya Lîga Qaremanên Ewrûpayê hat bijartin.