Destpêbûna hefteya 19an a Sûpêrlîga Futbola Tirkîyê
Kanûn 26, 2021 18:00 Asia/Tehran
Hefteya 19an a Sûpêrlîga Futbola Tirkîyê bi serketina tîma Galatasarayê destpê bû.
Di yekem pêşbirka hefteya nozdehem a Sûpêrlîga Futbola Tirkîyê da ku şeva buhurî destpê bû, tîma Galatasarayê karî 2- 0 li tîma Antalîya Sporê bibe.
Pêşbirka di navbera Tirabzon Spor û Istanbol Başak Şehîrê da jî bêyî gol bi dawî hat.
Tîma Gîreson Sporê jî 1- 0 derda tîma Hatay Sporê û tîma Kasim Paşayê jî 2-0 ji Altay Izmîrê bir.
Ligorî rêzebendîya Sûpêrlîga Futbola Tirkîyê, tîma Tirabzon Sporê bi 46 xalan di rêza yekem da ye. Tîmên Konya Sporê bi 36 xalan û Istanbol Başak Şehîrê bi 33 xalan û Hata Spor bi 32 xalan di rêzên duyem heta çarem da ne.