Kanûn 24, 2021 18:56 Asia/Tehran
  • Bidest anîna kotaya lîstikên skeyê yên cîhanê ji aliyê werzişkarê Îranî

Skeytkarê îranî ji bo cara yekê di dîroka skeytkirina Îranê de kotaya beşdarbûna di lîstikên cîhanî de bi dest xist.

Li gorî rapora ISNAyê, li gorî ragihandina Federasyona Cîhanî ya Skatingê(skeytkariyê), "Mihemed Salihî" zilamê zêrîn ê skeyta lezgîn a Îranê, karî îcazeya beşdariya li lîstikên cîhanî yên lîstika Birminghamê werbigire.

Wî di çend mehên borî de li Kolombiyayê beşdarî Şampiyoniya Skatinga Lezgîn a Cîhanê bû. Îro Înê, Federasyona Cîhanî ya Skatingê lîsteyek ji kesên bijarte yên ku dikarin beşdarî lîstikên cîhanî bibin belav kir û Mihemed Salihî ji Îranê jî di nav wan kesan de ye.

Di vê lîsteyê de, 16 kes di patina leza mesafeya kurt de amade ne.

Lîstikên Cîhanî yên Birmingham ji werzîşên ne-Olîmpîk re têne veqetandin, ku dê ji 1 heya 3-ê Tîrmeha 2022 li Birminghama Amerîkayê werin lidarxistin

Serepeyv