Medalya zêr ya "Pûrehnema" di şampiyoniya cîhanê ya paratekwando de
paratekwandokarê Îranî medala zêr a pêşbirkên şampiyoniya cîhanê bi dest xist.
Li gorî rapora IRNA`yê, "Mehdî Pûrrehnema" sporvanê paratekwandoyê îranî îro yekşemê li pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê medala zêr bi dest xist.
Piştî navberekê, biryar bû Pûrrehnema di gava yekem de bi nûnerê Amerîkayê re biketa nav têkoşînê, lê wî îstifa kir û di dewamê de wî bi nûnerê Rûsyayê Matav Feflov kete hemberî hev û di dewamê de bi encama 19-15 bi ser ket.
Di fînalê de, Pûrrehnema bi şampiyonê Paralîmpîk û cîhanê Diego Garcia Lopez ê Meksîkî re kete pêşbaziyê û bi encama 3-0 ew têk bir û li ser podiumê rawestiya da ku medaleke zêr a din a cîhanê li koleksiyona xwe ya rûmet û şanaziyê zêde bike.
Nûnera jin a îranî “Mehtab Nebawî” pêştir jî medala zêr ya beşa jinan a pêşbirkên cîhanî yên paratekwandoyê bi dest xistibû.
Nehememîn dewra pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya paratekwandoyê bi beşdariya 264 tekwandokaran ji 41 welatan duh (şemî) bi mazûvaniya "Stenbol" li Tirkiyê dest pê kir û îro bi dawî bû.