Werzişkarên îranî medaleke zêr û yek jî zîv li dawîn roja pêşbirkên rakirina wezneya şampiyoniya cîhanê qezenc kirin
Kanûn 05, 2021 23:07 Asia/Tehran
Li dawîn roja pêşbirkên Parawezneyê yên qehremaniya cîhanê li Gurcistanê, nûnerên Îranê li wezna herî giran a karî medalek zêr û yekî zîv bi dest xîne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, îro Yekşemiyê Ehmed Emînzade û Mehdî Seyadî li kategoriya pozîtîf a 107 kîlogramê derketin ser bordeyê û Emînzade bi kontrolkirina giraniya 255 kîlogramê mîdala zêr û Seyadî jî bi kontrolkirina giraniya 247 Kg medala zîv bi dest xistin.
Bi vî awayî karê weznehilgirên Îranê li pêşbirkên şampiyoniya cîhanê bi bidestxistina 3 medalên zêr û 2 medalên zîv bi dawî hat.
Di vê pêşbirkê de Ehmed Emînzade, Elî Ekber Xerîb Şahî û Hamid Sulhîpûr 3 medalên zêr û Mehdî Seyadî û Ruhullah Rostemî jî 2 medalên zîv ên Îranê bi dest xistin.