Ji bo Beşdariya li Dora çarem a Lîstikên Para-Asyayî yên Xortan; Karwanê Îranê bi 165 werzîşkaran berê xwe da Behreynê
Mijdar 28, 2021 15:03 Asia/Tehran
Larwanê werzîşê yê Îranê ji bo beşdariya li Dora çarem a Lîstikên Para-Asyayî yên Xortan roja yekşemiyê berê xwe da Behreynê.
Li gorî rapora ISNAyê, Karwanê Îranê bi 165 werzîşkaran ji bo beşdariya li Dora çarem a Lîstikên Para-Asyayî yên Xortan di şiqên Para tenîsa ser maseyê, Para-Bedmînton, Para-Tekvando, Gulbal, Para-Bez, Para-Avjenî, Para-Giranîrakirin, Boçiya û Beskitbala Bi Wîlçêrê roja yekşemiyê berê xwe da Behreynê.
Merasima destpêkirina Dora çarem a Lîstikên Para-Asyayî yên Xortan dê roja pêncşemiyê were lidarxistin û pêşbirk bi qasî 4 rojan dê bên domandin.