Lidarketina ‘Maratona Omêdê’ li Hewlêrê
Mijdar 27, 2021 18:27 Asia/Tehran
Bi beşdariya zêdeyî 700 kesan û hejmarek ji rayêdarên Herêma Kurdistanê, îro Şemiyê 27ê Mijdara 2021ê “Maratona Omêdê” ya Hewlêrê hat sazkirin ku armanca wê piştevanîkirina nexweşên penceşêrê(qanserê) bû.
Maratona Omêdê îra saet di 10:00an dest pê kir. Di maratonê de Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, Qeymiqamê Hewlêrê Nebaz Ebdulhemîd, Konsulê Filestînê Nazmî Hesûrî, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî û Rêvebirê Tendirustiyê yê Hewlêrê Dilovan Mihemed jî amade bûn.
Di maratona 3 kîlometreyî de werzîşvan Fetah Teymûr piştî 9 xulek û 51 çirkeyan gihişt xala dawiyê, pêşbirk di rêza yekemîn de xilas kir. Mîlad Salih maraton di rêza duyemîn de û Rêbîn Mehmûd jî di rêza sêyemîn de maraton xilas kirin.