Mijdar 13, 2021 19:55 Asia/Tehran
  • Şewqdana keç û xortên Taluya Îranê li şampiyoniya cîhanê

Nûnerên kur û keçên Îranê di pêşbirkên Taluya Virtual a Cîhanê de 57 sernav bi dest xistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, pêşbirkên Taluya Virtual a şampiyoniya cîhanî ji 18`ê Cotmehê heya 6`ê Mijdarê li sê kategoriyên temenî yên nûciwan, ciwan û mezinan û di du beşên mêr û jinan de birêve çû û wuşukarên welatên curbicur bi şandina vîdyoyên tevgerên xwe beşdarî vê çalakiya virtual bûn.

Nûnerên Îranê piştî nirxandina pêngavên ku hatine şandin, 57 mewziyên ku ji wan 28 sernavên yekem, 28 pilên duyemîn û pileyek a sêyem di kategoriyên curbecur de bi dest xistin.

Di pêşbirkên Taluyê yên Virtual ên cîhanê de, 30 werzişkarên jin û mêr ên Îranê her yek ji bo beşdariya li van pêşbirkan, bi du formên cuda cuda encam dan.