Paşdaxistina Bezîna Maratona Şanghayê
Organîzatorên Bezîna Maratona Şanghayê di peyamekê de ragihandin ku ji ber belavbûna vîrusa koronayê ya li Çînê dê pêşbirk heta daxuyaniyeke din were paşxistin.
Li gorî ajansa Reutersê, organîzatorên Maratona Şanghayê gotin, "Îro me biryar da ku hişyar bin û tenduristiya bezvan û welatiyên bajêr bidin pêşiya tiştên din."
Organîzatorên Maratona Şanghayê tekez kirin bderfet ji erzokên ku xwe ji bo vê pêşbirkê re qeyd kirine derfet hatiye dayîn ku heta sala 2022an îmkana betalkirinê ji wan re tê dayîn an jî cihê xwe biparêzin.
Ev tûrnûva ji bo 28ê Mijdarê hatibû plankirin.
Di heman demê de, Maratona Pekînê û Maratona Martin Wuhan jî hatine paşxistin û tarîxên nû ji wan re nehatine ragihandin.
Li gor daxuyaniya dawî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê, li vî welatî 40 haletên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin. Li Çînê heta niha 97 hezar û 660 kes bi nexweşiya koronerê ketine û bi giştî 4 hezar û 636 kes mirine.