Cotmeh 25, 2021 20:23 Asia/Tehran
  • Zarokekî Kurd li Otrîşê di Taykwandoyê de medala zêr wergirt

Zarokekî kurd ji Sûriyê li Otrîşê (Nemsayê) medala zêrîn a Taykwandoyê wergit.

Zarokekî Kurd yê ji Kurdistana Sûriyê bi navê Ciwan Ferhad Ebdulqadir Gurî di Takwandoyê de medala Zêrîn a Şampyona Vekirî ya Otrîşê wergirt.

Ciwan Ferhad Ebdulqadir Gurî ji Rûdawê re diyar kir ku wî ji temenê 6 saliyê ve li Dubey dest bi lîstika Taykwando kiriye, sala 2018 li gel malbata xwe çûye Otrîşê û heta niha li wir dijî.

Ciwan da zanîn ku li Otrîşê sala 2018 medalyaya zêr wergirtiye, sala 2019an jî beşdarî 2 şampyonên li ser asta Vîyenna û Otrîşêê bûye, di herduyan de jî medala zêr bi dest xistiye û sala 2020an jî ji ber Coronayê şampyon nehat kirin.

Werzîşkarê Kurd derbarê armanca xwe de got ku ew dixwaze li ser asta cîhanî weke Kurdekî serkevtinê bidest bixe.

Serepeyv