Cotmeh 22, 2021 00:06 Asia/Tehran
  • Di pêşbirka navneteweyî ya Îmaratê de tîma neteweyî ya hokeya ser cemedê ya jinên Îranê bû duyemîn

Tîma neteweyî ya hokeya ser cemedê ya jinên Îranê di pêşbirkên navneteweyî yên Îmaratê bû duyem .

Li gorî rapora ISNA`yê, Tîma netewî ya hokeya ser cemedê ya jinên Îranê îro (Pêncşem) di lîstika fînalê li hember tîma Rûsiyê ket pêşbaziyê û di encam 3-1 li hemberî vê tîmê de têk çû û bû duyem.

Fatime Îsmaîlî tekane gola maçê ji bo tîma netewî ya Îranê avêt.

Ev yekemîn beşdariya tîma hokeya ser cemedê ya jinên Îranê di pêşbirkên navneteweyî de bû.

Pêştir tîma neteweyî ya hokeya ser cemedê ya jinên Îranê roja yekem li hemberî Rûsiyayê û Îmaratê bi ser ket û roja duyem jî li hember Rûsiyayê têk çû, lê li hember Îmaratê serket û gihîşt fînalê.

Tîma neteweyî ya mêran jî roja ewil li hember Rûsyayê têk çû û ji hêla Tîma Stêrkan ve hat sekinandin, vêca ji bo bidestxistina cîgeha pêncemîn divê bi Îmaratê re bikeve pêşbaziyê .