Cotmeh 05, 2021 23:18 Asia/Tehran
  • Madala tûnc a

Guleşgirê îranî li pêşbirka Cîhanî ya Guleşta Azad a Norwêcê di giraniya 97 kg de madala tûnc bi dest xist.

Li gorî Klûba Nûçegihanên Ciwan,"Mucteba Gulêyc", guleşgirê îranî, di giraniya 97 kîloyan a Şampiyoniya Guleşta Azad a Cîhanî ya li Osloya Norwêcê de, li hember “Batzol Olzisayxan” ji Mogolistanê bi encama 10-0  bi ser ket û madala tûnc bi dest xist.

Pêşbirkên çar weznên yekem û duyem ên şampiyoniya guleşta azad a cîhanê ji 2 heya 4 Cotmehê li Osloya Norwêcê hatin lidarxistin û li dawiyê Hesen Yezdanî di giraniya 86 kg de, Kamran Qasimpûr li giraniya 92 kg û Emîr Husên Zarie di giraniya 125 kg de medalên zêr bi dest xistin û Elîriza Serlek di giraniya 57 kg de, Emîr Muhemed Yezdanî di giraniya 65 kg û Muhemed Nexudî di giraniya 79 kg de medalên zîv bi dest xistin.

Rehman Emûzad, Îrfan Îlahî û Yûnês Îmamî jî di wezna 61, 70 û 74 kg de ji pêşbirkan vekişiyan.

Li gorî encamên hatin bidestxistin, tîma neteweyî ya guleşta azad a Îranê li şampiyoniya cîhanî ya guleşta azad a li Norwêcê bû sêyemîn.