Îlon 06, 2021 21:49 Asia/Tehran
  • Futbolîstê Fransî piştî mana 39 sal di komayê de koça dawî kir

Futbolîstê Fransî Jean-Pierre Adams, piştî 39 sal mayîna di komayê de, îro jiyana xwe ji dest da.

Jean-Pierre Adams, ku futbolîstê tîmên Nimes, Nice û Paris Saint Germain (PSG) ên Fransayê bû, sala 1982an neştergeriyek bo çokê wî hat kirin, lê ew roja ku neştergerî pêk hat, pizîşk di grevê de bûn û tenê yek pizîşk mabû û wê jî 8 neştergerî li ser hev kiribûn û gelek westiyabû, lewma ji ber xeletiyekê Jean-Pierre Adams piştî neştergeriyê careke din nehat ser hişên xwe.

Jean-Pierre Adams ku bergirîvan bû û bo dema 39 salan di komayê de bû û hest bi ti tiştekî nedikir, îro di 73 saliya xwe de koça dawî kir û tîmên Nice, PSG û Nimesê jî peyamên serxweşiyê belav kirin û sersaxî bo malbata wî xwestin.

Ew roja ku Adams bo neştergeriyê çû nexweşxaneyê, temenê wî 34 sal bû, pizîşka neştegeriyê jî bi xeletî zêde aneztezî (penc) da wî ku bû sedema gihiştina ziyanê bi mejiyê wî û êdî nehat ser hişên xwe.

Ji wê roja ket komayê ve, Bernadette ya hevjîna wî li malê li Adams dinêrî û xizmeta wî dikir û bi dirêjiya 39 salan ti terkexemî bo wî nekir.

Serepeyv