Îlon 01, 2021 11:19 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û Rojhilaatê Sûriyê 20 klûb hatine avakirin

Li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji ber şerên herêmê werzîş pir bi paş ketiye. Ji ber ku veguhestin zehmet bûye û gelek kesên pispor û kadroyên werzîşê jî derketine derveyî welêt, ev jî bûye sedem ku çalakiyên werzîşê zêde neyên lidarxistin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê ji zarê Hawar Newsê (ANHA), Piştî ku Desteyên ser  bi Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê) hatin avakirin, wan hewl da ku hemû warên jiyanê geş bikin. Desteya Werzîş û Ciwanan ji ber wêraniya şer gelek zehmetî dikişand. Lê ruxmî wê jî di warê çalakiyên werzîşê de pêşketineke berbiçav çêbû.

Girêdayî mijarê hevserokê Desteya Werzîşê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd El-Beşîr got: “Li ser asta herêmê wezîş gelekî bi pêş ketiye. Hem li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hem jî li ser asta herêman gelek turnovayên werzîşê hatin lidarxistin.”

20 KLÛB HATINE AVAKIRIN

El-Beşîr destnîşan kir ku ligel pêşketina warê werzîşê, avahiyên wê jî bi pêş ketin, gelek pêşbirk li dar ketin, gelek tîm û klub hatin avakirin. Her wiha El-Beşîr bi bîr xist ku li herêmê 20 klub hatine avakirin.

El-Beşîr daxuyand ku hemû cureyên werzîşê li herêmê bi pêş ketine, ji Basketbolê bigire û heta Pîngpongê, Voleybol, Karatê û werzîşa jinan bi pêş ketiye. Her wiha li herêmê turnûvaya futbolê ya jinan jî li dar ket û di vê dawiyê de bi dawî bûye.

El-Beşîr diyar kir ku wan di sala 2021'ê de gelek çalakiyên werzîşê li dar xistine, jê lîstokên Şetrencê û Tekwondoyê.

Di nav gotinên xwe de El-Beşîr piştrast kir ku ew armanc dikin werzîşê bi pêş bixin. Ji ber wê piştgiriyê didin kluban da ku saziyeke werzîşê ava bikin ku xwedî li hemû lîstokvan û çalakiyên werzîşê derkeve û piştgiriya deste û komîteyên werzîşê bike.

EMÊ YEKÎTIYA WERZÎŞÊ ÇALAK BIKIN

El-Beşîr bal kişand ser hewldanên pêşxistina werzîşê û got: “Em hewl didin di dema bê de Yekitiya Werzîşê çalak bikin. Bi rêya vê yekitiyê û bi alîkariya Desteya Ciwan û Werzîşê em dikarin kar û xebatên werzîşê bi rêk û pêk bikin û lîsteyên pêwîst derxin. Ev yekitî dê salnameya mewsima werzîşê ya 2021-2022`an bi hemû beşên wê diyar bike.”

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê diyar kir ku werzîşa jinan li hinek herêman wek nimûne li Reqayê wekî ku tê xwestin bi pêş nektiye, lê li beramberî wê li herêma Cizîrê ev war gelek bi pêş ketiye.

El-Beşîr têkildarî rewşa werzîşê ya li Reqayê got: “Ji ber ku Reqa heta demekê di bin kontrola DAIŞ`ê de bû, vê yekê bandor li warê werzîşa jinan jî kir. Lê ji bo derbaskirina vê yekê me bername danîne da ku werzîşa jinan bi awayekî bêhtir aktîv bikin.”

XEBAT HÊDÎ DIMEŞE LÊ DIMEŞE

Der barê wêranbûna binesaziya saziyên werzîşê de El-Beşîr ev agahî parve kir: “Desteya Ciwan û Werzîşê di vî warî de kar û xebatan dimeşîne. Dibe ku ev xebat hêdî dimeşe, lê li hemû herêman saziyên werzîşê bi awayekî berbiçav bi pêş ketine. Ji ber lêçûna zêde ya sererastkirina van saziyan, kar û xebat hinekî dereng bi rê ve diçe.”

Cihên werzîşê lêçûneke zêde dixwaze, mînak ji bo çêkirina stada Beledî ya Reqayê pêwîstî bi alîkariyên civakên navneteweyî û rêxistinên mirovî heye, ji ber ku bi sedhezaran dolar pêwîst in.

EMÊ LIGEL HEMÛ KLÛBAN TURNOVA LI DAR BIXIN

Girêdayî turnovaya futbolê ya ku niha li Reqayê tê lidarxistin, El-Beşîr got: “Lidarxistina turnovayê gavekî pir baş e ku klubên li herêmê hewl bidin xwe bi pêş bixin. Me li hev kir ku li her herêmekê turnovayekê li dar bixin da ku hemû klub bê astengî karibin tê de beşdar bin. Hinek turnovayê bi lîga bi nav dikin. Lê mîna me li jor diyar kiriye, pêwîstiya lîgayê bi 8 mehan heye ku li dar bikeve. Derfetên klubên heyî têrê nake ku lêçûna veguhestinê bigire ser xwe.”

Serepeyv