Piştrastkirina mêvandariya tîma neteweyî ya fûtbola Îranê di pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya 2022 -an de
Tebax 25, 2021 00:06 Asia/Tehran
Serokê Federasyona Futbola Îranê ragihand: Tîma netewî ya Îranê dê li Stadyuma Azadî di pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya 2022`an de mazûvaniya Sûriyê bike.
Li gorî Klûba Rojnamevanên Ciwan, "Şehabuddîn Ezîzî Xadem" serokê Federasyona Futbola Îranê îro Sêşemê derbarê piştrastkirina mêvandariya Îranê ji pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya Qeterê re got: "Em mazûvaniya lîstikekê ya li hemberî Sûriyê dikin."
Serokê Federasyona Fitbolê ya Îranê herwiha got: Rêxistina Radiyo û Televîzyonên Îranê hevkariyek baş hebû û ez spasiya Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyonên Îranê birêz Ebdul Elî Askerî dikim.