Beşdariya 63 werzişkarên Îranî li pêşandana despêbûna Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê
Tebax 24, 2021 23:58 Asia/Tehran
63 werzîşkarên Îranî beşdarî merasima despêbûna Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê bûn.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê, rayedarên karwanê Paralîmpîka Îranê ragihandin ku 63 werzişkarên îranî beşdarî pêşandana despêbûna Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê bûn.
Civînên hevrêziya vê dawiyê bi beşdariya karbidestên karwanê welatên ku di Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyo de amade ne, tekez li ser şopandina destûrên tenduristî yên ji bo rûbirûbûna vîrûsa korona di pêşbaziyan de, her weha pêşandana despêkirina Lîstikan kir.
Merasîma vekirina Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê îro Sêşemê bi dema Tehranê, li Stadyûma Olîmpiyadê ya Tokyoyê saet 15: 30`an destpê kir.
Di Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê de, ji 162 welatan 4 hezar û 400 werzîşvan dê têbikoşin.