Efsaneya Futbolê ya Almanî Gerd Muller ji dinê çû
Efsaneyê Bayern Munich û hilbijardeya neteweyî ya Almanya Gerd Muller, duh 15ê Tebaxê di 75 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Gerd Muller wek mezintirîn golkarê dîroka futbolê tê binavkirin.
Tîma Bayern Munich li pêgeha(malpera) xwe ya fermî belav kir, Gerd Muller, 15ê Tebaxê (duh) di 75 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Vê tîmê her wiha diyar kir ku Gerd Muller bi Bayern Munich û hilbijardeya Almanyayê re 566 gol di 607 lîstikên fermî de tomar kirine û heta niha rekora lîga Almanyayê bi 365 golan bi navê wî ye û 7 caran jî golkarê lîgayê bû. Herwiha 68 gol jî di 62 lîstikan de bi hilbijardeya Almanyayê re tomar kirine.
Tîma Bayern Munich destnîşan kir: “Muller havîna sala 1964an tevlî Bayern bû û Kupaya Intercontinental , 3 kupayên Lîga Champion(Şampiyon) League û Kupaya Serketiyên Kupaya Ewropayê carekê bi dest xist."
Vê tîmê da zanîn: "Muller 4 caran qehremanê lîga Almanya û 4 caran jî qehremanê Kupaya Almanyayê bû. Herwiha qehremaniya neteweyî ya Ewropî ya sala 1972 û mondiala(cîhaniya) 1974an jî bi dest xistibû.